Li Hekariyê pêşbaziya govendê hat lidarxistin
Hakkari
Li Hekariyê pêşbaziya govendê ya di navbera disbitan û kuluban da hat lidarxistin.
Di pêşbziya ku li hêwana werzişê hat lidarxistin da xelat dan ekîbên ketin dereceyê.
Nûnerê bajêr ê Federasyona Lîstikên Gel a Tirkiyeyê Sitki Zerek got ku 25 ekîb beşdarî pêşbaziyê bûn.
Zerek diyar kir ku ekîbên ku di pêşbaziya du kategoriyan da hat lidarxisitn da ketin dereceyê dê di fînalên herêm û Tirkiyeyê da Hekariyê temsîl bikin û ev gotin:
"Hekarî ji hêla folklorîk va gelekî dewlemend e. Çandeke ku ji hêla cil ê berg, govend, dewlemendiya muzîk û dengbêjiyê va gelekî rengîn û dewlemend e. Bi saya van pêşbaziyan ev çand nayê jibîrkirin û digihêje nifşên bê. Ez spasiya beşdarvanan dikim."
