Önder Beyter
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
VAN
Serayên ku bi destê Şaredariya Gurpinarê hatin sazkirin, ji bo welatiyan bûn tesîsên nimûne yên hilberînê.
Midûriyeta Karûbarên Mixtariyê ji bo ceribandina rêbazên nû yên hilberînê, li navçeyê li ser 600 mêtrokareyî du serayên cuda saz kirin.

Serayên ku lê domates, xiyar û îsot tên reşandin, ji bo welatiyên cotyar bûn tesîsên nimûne.
Herwiha berhemên li vir di kontrola endazyarên ziraetê yên Midûriyeta Çandiniya Navçeyê da ne û bi temamî organîk in.

Tê pêşbînîkirin ku îsal wê ji serayan 10 ton berhem bê rakirin.

Qaymeqam û Cîgirşaredar Osman Dogramaci diyar kir ku navçe ji hêla çavkaniyên avê, dewlemend e û ew jî dixwazin sûdê ji vê yekê werbigirin û wiha xeberda:"Navçeya me bi çavkaniyên xwe yên avê û zeviyên xwe yên berhemdar tê zanîn. Li kêleka fêkiyan, sebze jî tên ajotin. Armanca me ew e ku welatiyên me di hilberîna çandiniyê da rêbazên nû hîn bibin."