Çand û huner

Li gor Chunga wênekêş mifteha çîrokbêjiya bi wêneyan empatî ye

Haydar Şahin  | 25.06.2020 - Rojanekırın : 25.06.2020
Li gor Chunga wênekêş mifteha çîrokbêjiya bi wêneyan empatî ye

Ankara

Jean Chunga wêneyên wê di pêşengeha "Exodus Deja-vu"yê ya bi mijara penaberan da tên nîşandan diyar kir ku di bingeha bi wêneyan qalkirina çîrokan da hesta empatiyê heye. Ajansa Anadoluyê hevkarê ragihandina global a pêşengeha "Exodus Deja-vu"yê ye.

Chunga welatiya Koreya Başûr bi 11 wênekaşan ra di projeya "Exodus Deja-vu"yê da cî digre di ji bo 20 Hezîranê Roja Penaberên Dinyayê beşdarî hevpeyvîna onlîne bû û pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.

Chunga wênekêş li kampên Ugandayê demeke dirêj li ser jiyana jinan xebitîbû, li Efxanistan û Afrîkayê bi hevpeyvînên wêneyan va navneteweyî hatibû naskirin.

- Bi wêneyan qala têkoşîna jinan kir

Hetanî nika gelek wênekêş li ser mijara penaberan xebitîn lêbelê Chunga welatiya Koreya Başûr di nav mirovên penaber da bi taybetî li ser êş û jana jinan xebitî.

Chungê di navbera 2006-2007an da li Efxanistanê jiyana xwe domand, rêzewêneyên li ser perwerde û mafên jinan amade kirin.

Di sala 2008an da Komara Kongoyê ya Demokratîk ziyaret kir û êdî li ser mijara tundiya dijî jinan xebitî.

Li Nîjeryayê ji hêla jinan va li ser koledariya cinsî, zewaca bi zorê, pevçûnên çekdarî xebitî wêne kişandin.

Ghungê got wênekêşekê baş dibê li gor rihê dema tê da dijî rastiyê nîşan bide û wiha axivî: "Terciha min ew bû ku çîrokên jinan guhdarî bikim, wan guhdarî bikim, çîrokên wan bidim bihîstin..."

Piştî ku di sala 2011ê da Sûdana Başûr serxwebûna xwe îlan kir Chungê li kampên penaberên jin ên li Ugandayê xebatên xwe meşand. Li welêt 2 piştî îlana serxwebûnê di sala 2013an da pevçûnên etnîkî û tevliheviyê dest pê kir.

Ji 500 hezarî zêdetir welatiyî mecbûrî koçî Ugandayê kir. Piraniya wan jin û zarok bûn.

Chungê got li Ugandayê armanca wê ew bû ku wêrekiya jinên penaber û travmaya wan nîşan bide û wiha axivî: "Heke diçin herêma pevçûnê ku wêneyan bikişînin dibê bizanibin ku çiyê derkeve pêşiya we. Dibê ji geşedanên siyasî haydar bibin. Lêbelê dibê bi merivan ra empatiyê bikin û paşê bi merhemet li mijarê mêze bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.