Li Girê Mirazan qada vedanê ya nû ji bo ziyaretê tê vekirin
Şanlıurfa
Li Gobeklîtepe (Girê Mirazan) ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire û wekî "destpêka dîrokê" tê binavkirin, amadehî tê kirin ku qada vedanê ya nû ji bo ziyaretê vedibe.
Xirabeyên dîrokî 18 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û heta dewra Neolîtîkê diçe. Kevirên xirabeyê wekî tîpa Tyê ne û dirêjahiya wan di navbera 3 û 6 mêtreyan da diguhere û giraniya wan jî di navbera 40 û 60 tonî da ye. Li ser keviran jî fîgurên heywanan hatine neqişandin.
Girê Mirazan di 2018an da li Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNSECOyê hat zêdekirin û di hîmayeya Wezareta Çand û Turîzmê da ji sala 1995an vir va tê vedanê.
Heta niha kesên ku Girê Mirazan ziyaret dikir, tenê li çaviya Qada Vedanê ya Girê Mirazan 1 (GT1) ku ser hatiye girtin, digeriyan. Li aliyê bakurê rojava yê vê qadê ku bi çadireke kesk va ser hatiye girtin û Qada Vedanê ya Girê Mirazan 2 (GT2) jî tê amadekirin ku di nava mehekê da seba ziyaretê were vekirin.
Ziyaretvan wê kevirên çikandî yên wekî "T"yê ne û ji dewra Neolîtîkê mane, wê ji nêz va bibînin.
Serokê Vedanê yê Girê Mirazan Prof. Dr. Necmi Karul ji nûçegihanê AAyê ra got ku di çarçoveya "Projeya Mîrateya Pêşerojê" ya ku Wezareta Çand û Turîzmê dimeşîne da li Girê Mirazan pêvajoyeke nû dest pê kir.
Karul daxuyand ku hejmara ziyaretvanên Girê Mirazan sal bi sal zêde dibe û ji bo ku ziyaretvan bikaribin bi rehetîkî li qadê bigerin, wan hin xebat kirin.
Karul destnîşan kir, der barê qada ku wê seba ziyaretê vebe da agahî da û wiha got, "Wekî qada banî ya GT1ê hem vedan wê werin kirin hem jî ziyaretvan wê li qadê bigerin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
