Çand û huner

Li Dêra Ermeniyan a Surp Gîragosê ya hat nûkirin piştî 7 salan cara ewil ayîn çêbû

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak: Me li vê mekanê dîrokî û xweş îbadeta xwe kir. Bi rastî jî rewşeke bi tesîr e. Ev herêm di rastiyê da abîdeyeke rabirdûyê ya vî bajarê pirreng, pirdîn û pirmezheb e. Hêvî dikim ev cudahî wek dewlemendî bê fêmkirin

Mehmet Sıddık Kaya  | 08.05.2022 - Rojanekırın : 10.05.2022
Li Dêra Ermeniyan a Surp Gîragosê ya hat nûkirin piştî 7 salan cara ewil ayîn çêbû

Diyarbakir

 Li Dêra Ermeniyan a Surp Gîragosê ya di êrîşên terorê yên li Sûra Diyarbekirê da zirar dîtibû û piştî restorasyonê duh bi merasimekê hatibû vekirin piştî 7 salan cara ewil ayînek çêbû.

09.05.2022

Li Dêra Ermeniyan a Surp Gîragosê ya hat nûkirin piştî 7 salan cara ewil ayîn çêbû

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak: Me li vê mekanê dîrokî û xweş îbadeta xwe kir. Bi rastî jî rewşeke bi tesîr e.

Dêra Ermeniyan a Surp Gîragosê ya di êrîşên terorîsên PKKyî yên sala 2015an da zirar dîtibû bi alîkariya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalê va di kontrola Midûriyeta Giştî ya Weqfan da hat restorekirin.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy duh beşdarî merasima vekirina dêrê bû û dêr hat vekirin.

Îro jî di vê dêra dîrokî da cara ewil ayînek çêbû, Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ayînê bi rê va bir.

Ji bjarên cuda yên Tirkiyeyê û dervayî welêt gelek Ermenî beşdarî ayînê bûn, mûm vêxistin, dia kirin û îlahî xwendin.

Şekir li kesên beşdarî ayînê bûne hat belavkirin.

- "Me li vê mekana dîrokî îbadeta xwe kir"

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan piştî ayînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got piştî demeke dirêj dêr dîsa ji îbadetê ra hat vekirin.

Maşalyan got ji Stenbolê û her aliyê Anatolyayê însan hatin Diyarbekirê û wiha axivî: "Me li vê mekanê dîrokî û xweş îbadeta xwe kir. Bi rastî jî rewşeke bi tesîr e. Ev herêm di rastiyê da abîdeyeke rabirdûyê ya vî bajarê pirreng, pirdîn û pirmezheb e. Hêvî dikim ev cudahî wek dewlemendî bê fêmkirin.

Maşalyan da bibîrxistin ku dêr bi piştgiriya dewletê hat restorekirin û wiha got, "Nexasim ji ber teşwiqên wî, ez spasiya Serokomarê me dikim. Ew bi xwe wek şexs bi nûkirina dêrê ra eleqedar bû. Telîmatên pêwîst dan."

Maşalyan bal kişand ku li deverê dêrên din jî hene ku divê bên restorekirin ku ev yek ji bo biratî, dostanî û pêkvejiyana gelan dikare bibe nimûneyek."

Talîn Gokdemira ku ji Stenbolê ji bo ayînê hatiye, diyar kir ew pir hestiyar bû ku 7 sal şûnda hat Diyarbekirê û beşdarî ayînê bû û wiha got, "Em duh beşdarî vebûna dêrê bûn. Em îro jî beşarî ayînê bûn. Em zehf kêfxweş in ku li Diyarbekira me ev dêr dîsa vebû. Me ji bo tenduristî û bextewariya herkesî li vir ayîn kir û her wiha dia kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.