Li Dêra Akdamarê ayîna 13emîn dest pê kir

Van
Bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê, Girava Akdamarê ya li nava Gola Wanê salê carekê seba îbadetê vedibe û li dêrê ayîna 13emîn dest pê kir.
Kesên ku ji bo beşdariya ayînê hatin bajêr, ji îskeleyên Edremît û Gevaşê bi kelekan va birin giravê.
Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Rahîb Kaspar Garabetyan û Epîskopos Hovagim Manukyan jî hatin giravê û bi ziyaretvanan ra sohbet kirin.
Piştî kutakirina amadehiyan ayînê dest pê kir. Manukyan rêvebiriya ayînê kir.
Maşalyan serokatiya ayînê kir û beşdaran find pê xist, dia kir û îlahî gotin.
Anjel Yanikbacaya ku seba ayînê ji Stenbolê hat, ji rojnamegeran ra got ku li gor wan bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê seba îbadetê vekirina Girava Akdamarê girîng e.
Yanikbacayê daxuyand ku ew cara ewil hat Wanê û wiha dewam kir, "Me berê dixwest em werin, lê firsenda me çênedibû. Me ev der pir eciband. Organîzasyon pir xweş e. Ez spasiya kedkaran dikim."