Çand û huner

Li Diyarbekirê "Sempozyûma Navneteweyî ya Sezaî Karakoç" didome

Osman Bilgin  | 27.05.2022 - Rojanekırın : 30.05.2022
Li Diyarbekirê "Sempozyûma Navneteweyî ya Sezaî Karakoç" didome

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê "Sempozyûma Navneteweyî ya Sezaî Karakoç" ya ku duh di çarçoveya Hefteya Fethê da dest pê kir, didome.

"Sempozyûma Navneteweyî ya Sezaî Karakoç" a ku bi hevkariya Walîtiya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Komeleya Piştevanî û Hevkariyê ya Cîhannumayê, Zanîngeha Dîcleyê û Zanîngeha Ankara Haci Bayram Veli tê lidarxistin dê heya 28ê Gulanê berdewam be.

Di sempozyûma ku ji 60 zanîngehan beşdarî hat kirin da şair, nivîskar û ramanyar Sezaî Karakoç ji pir hêlan va tê bibîranîn.

Sempozyûmê di 26ê Gulanê da li Navenda Çand û Dîrokê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dîcleyê dest pê kir.

Di panelên ku dê hê 2 rojan jî bidome da di warê biyografiya Sezai Karakoç da û her wiha di mijarên wekî di Sezai Karakoç da Diyarbekir, şaristanî, siyaset, dîn, huner, wêje, perwerde, îqtisad, dîrok, ramana helbestê û ji xeynî van jî li ser "Ramana Vejînê" pêşkêşî dê bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın