Li Diyarbekirê dêra ku qubeya wê ya weke "şûnetilî"yê xuya dike mazûvaniya 35 hezar kesî kir

Diyarbakir
Li Diyarbekirê Dêra Saint George ya 1800 salî ku qubeya wê ya weke "şûnetilî"yê xuya dike mazûvaniya 35 hezar geştiyarî kir.
Li Sûra navçeya navendî ya Diyarbekirê, Dêra Saint George ya 1800 salî ya di nava Muzeya Navbedenê da ku weke galêriya hunerê jî xizmetê pêşkêş dike, ji erdheja 6ê sibatê ya navend Kahramanmaraş, zirar dîtibû.
Piştî restorasyonên ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Geştiyariyê va, îsal 10ê tebaxê dêr dîsa ji serdanan ra vebû.
Di xebatên restorasyonê da, ji binê qubeya pêş a dêrê ra binbanekî şûşeyî hat çêkirin, binbanê li hundir yê bi kerpîçan jî hat hêzdarkirin û êdî baştir xuya dike.
Ji bo dîtina qubeya ku tê texmînkirin avahîsazê wê, bi rêsîna kerpîçan "şûnetilî"ya xwe li ser neqişandiye, ji 10ê tebaxê va 35 hezar kesî serdana dêrê kiriye.
Wekîlê Rêveberê Muzeya Diyarbekirê Mujdat Gizligol ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got, "Ev heyamek e ji ber ku weke şûnetiliyeke tiliya gurdê xuya dike, geştiyar bi taybet ji bo dîtina wê tên serdana dêra me dikin. Tê destnîşankirin ku mezintirîn şûnetilî ye li ser asta cîhanê. Pê diçe ku şûna tiliya avahîsazê wê be. Ji 10ê tebaxê va 35 hezar kesî bi taybetî ji bo dîtina şûnetiliyê, serdana dêrê kiriye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.