Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî hat lidarxistin

Şırnak
ŞIRNAK (AA) - Li Cizîra navçeya Şirnexê, panela "Stêrka Esmanên Eşq û Îrfanê: Melayê Cizîrî" hat lidarxistin.
Bi pêşengiya kovarekê li parqa li tanga Keleha Cizîrê ya dîrokî ya li keviya Çemê Dîcleyê panel hat lidarxistin û di panelê da jiyan, dîwan û qesîdeyên Mela Ehmedê Cizîrî hatin ravekirin.
Di panelê da her wiha piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm, helbest û qesîde hatin xwendin.
Parlamenterên HUDA PARê Şehzade Demir ê Gazîentabê û Serkan Ramanli ê Batmanê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Omer Faruk Yildirim, nûnerên saziyên civaka sivîl, rîspî, akademîsyenên zanîngehên li herêmê û welatî beşarî panelê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.