Li Bidlîsê di Keleha Selçûkiyan da sîkke û seramîk hatin derxistin

Bitlis
Di xebatên kolandinê yên li Keleha Selçûqiyan (Keleha Kevn) a li Xelata navçeya Bidlîsê da sîkke, seramîk û hin avahî derketin holê.
Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê li keleha ku li kêleka Goristana Meydana Selçûqiyan îsal cara ewil li ser dîwarên derva yên başûrê rojhilatê kelehê kolandin hat destpêkirin.
Hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Mehmet Kulaz serokatiya xebatên kolandinê dike û akademîsyenên pispor ên di vî warî da jî bi wî ra dixebitin.
Di xebatan da li ser qadeke 600 mêtroçargoşeyî ya li ser dîwarên derva yên kelehê birceke mezin hat tesbîtkirin.
Parçeyên seramîk, sîkke û kûpên xwarinê yên ji heyamên cuda yên Serdema Navîn jî li vir hatin derxistin.
Piştî restorasyonê tê payîn ku keleh ji bo turîzmê were vekirin.
Serokê xebatên kolandinê Kulaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal ew li i ser dîwarên derva yên başûrê rojhilatê kelehê xebatên arkeolojiyê dikin.
Kulaz diyar kir ku di van kolandinan da wan sîkke û seramîkên ji serdema Axlatşahan, Eyûbiyan, Îlxaniyan, Akkoyunlu û Osmaniyan dîtine.
Kulaz anî ziman li gorî bermahiyên hatine derxistin, meriv dikare bibêje ku herêm ji dawiya sedsala 11emîn heta dawiya sedsala 16emîn hatiye bikaranîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.