Çand û huner

Li Bidlîsê bi rêbazên kevnare çêkirina dimsê dest pê kir

İlhan Eren İnan  | 02.10.2023 - Rojanekırın : 04.10.2023
Li Bidlîsê bi rêbazên kevnare çêkirina dimsê dest pê kir

Bitlis

 Li Hîzana navçeya Bidlîsê tiriyên ku bi mehsere ji quntarên çil û çiyan tên berhevkirin, bi rêbazên kevnare dixin dims.

Şêniyên mezreya Kilavûza Jêrîn a Akşara gundê navçeyê, tu dermanî li tiriyan nakin û dema mehsereyê tiriyên xwe berhev dikin û dikişînin gund.

Gundî tiriyên xwe dişon, paşê diesirînin û nikara herêmê pê wer dikin û paşê di sîtilên mezin da dikelînin û dixin dims.

Ji cotkaran Ekran Ozer diyar kir ku ew çêkirina dimis ji bav û kalên xwe hîn bûne û naxwazin ku ev kevneşop were jibîrkirin.

Ozer diyar kir ku ew dema mehsereyê tiriyan berhev dikin û wiha dewam kir, "Em ava tiriyan derdixin, wê avê berdidin bîdonan haveyn dikin. Ji wir jî berdidin sîtilên mezin û 3-4 saetan didin sekinandin. Piştî ku dadwerive em demeke dirêj li ser kuçikan dikelînin. Em dimsê xwe bi makîneyê çênakin, bi rêbazên kevnare çê dikin. Ji 100 lître şîreya tiriyan piştî haveynkirin û kelandinê 30 lître dimis dertê."

Ozer destnîşan kir ku ji tiriyên 5 donim zeviya rez, 700 kîlo dimis dertê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın