Li Adiyemanê Mizgefta Kurşunluyê ya dîrokî ya ku di erdhejê da hilweşîyabû, îsal wê dîsa ji bo îbadetê bê vekirin

Adıyaman
ORHAN PEHLUL - Li Besniya navçeya Adiyemanê xebatên çêkirina Mizgefta Kurşunluyê ya dîrokî ya ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan da hilweşîyabû dewam dikin ku ewê di dawiya salê da temam bibin.
Mizgefta ku di nav gel da wekî "Mizgefta Kulhanonu" jî tê zanîn û di salên 1600î da hatiye çêkirin, ji ber erdhejê gelek zirar dît û derfet nema ku ew bê bikaranîn.
Bi kordînasyona Midûriyeta Giştî ya Weqfan da xebatên çêkirinê dest pê kir ku bi saya van xebatan halê resen ê mizgeftê wê bê parastin û ewê li hemberî erdhejê jî saxlem bibe.
Wekî beşek ji xebatê, kevirên minare û kemberên hundir ên mizgeftê hatin hilweşandin û kevir yek bi yek hatin reqemkirin.
Kevirên zirar dîtine li qadeke taybet hatin veqetandin ku bên parastin.
Midûrê Herêmê yê Weqfan ê Şanliurfayê Mehmet Alî Palali ji nûçegihanê AAyê ra got di xebatên nûkirinê da armanca wan ew e ku ew him tevn û şiklê dîrokî yê mizgeftê biparêzin û him jî wê li hemberî erdhejê saxlem bikin.
Palali wiha axivî: "Me kevirên minare û kemberên hundir cihê ku lê bûn derxist, yek bi yek reqem da wan û li qadeke ewle parast. Piştî ku lijneyê proje pesend kir, me dest bi xebatan kir. Me di restorasyona minareyê da qonaxeke cidî pêk anî. Em beşên çerx û hêzê dîsa di cihên wan da bi cî dikin."
Palali anî ziman ku xebatên hundir qismeke mezin temam bûne û ew ê di dawiya sala 2025an da Mizgefta Kurşunluyê car din ji bo îbadetê vekin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.