Li Adiyemanê li Bajarê Antîk Tharsayê 8 merzelên odeyê hatin dîtin

Adıyaman
Li Adiyemanê li Bajarê Antîk Tharsayê yê ji serdema Romayê, 8 merzelên odeyê hatin dîtin.
Mehmet Alkanê Midûrê Muzeya Adiyemanê ji rojnamegeran ra diyar kir ku li bajarê antîk ê nêzîkî gundê Kuyuluyê, xebatên vedanê yên îsal 3 hefte berê dest pê kirin.
Alkan destnîşan kir ku di xebatên vedanê da yên ku sala 2019an hatin destpêkirin, heta niha 40 merzelên odeyê hatin derxistin û wiha dewam kir, "Di 3 hefteyên dawîn da 8 merzelên odeyê yên din jî hatin dîtin. Bajarê Antîk Tharsa xwedî merzelên odeyê ye ku ji yên Bajarê Antîk Perreyê bi taybetîtir in. Ez ziyaretvanên me dawetî vir dikim ku bên dîtina van."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.