Li Adiyemanê dîmenên wêneyên li ser zinaran ên tê nirxandin ku ji heyama Paleolîtîkê ne, di binê avê da hatin kişandin
Adıyaman
Li Kehtaya navçeya Adiyemanê dîmenên wêneyên li ser zinaran ên tê nirxandin ku ji heyama Paleolîtîkê ne û li peravê Bendava Ataturkê bi saya masîgiran hatibûn dîtin, di binê avê da hatin kişandin.
Ji ber zîhabûnê ava bendavê vekişiyabû û qada ku 8 sal berê wêneyên zinaran lê derketibû holê, îsal dîsa hat lêkolînkirin.
Ekîbên Midûriyeta Muzeya Adiyemanê bi kameraya binê avê li herêmê lêkolîn kirin.
Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan ji rojnamevanan ra got li herêma ku wêneyên zinaran lê ye, av bilind dibe û ew car caran li vir lêkolînan dikin.
Alkan anî ziman ku ew hinekî bi zehmetî lêkolînan dikin û wiha axivî: "Di lêkolînên me yên binê avê da me li ser wêneyan qalikên mîdyeyan dîtin. Ev yek jî bû sedem ku em dîmenên wêneyan bi zehmetî bikşînin. Lê em difikirin ku di xebatên piştî vê da van mîdyeyan paqij bikin û dîmenên zelaltir bi dest bixin û paşê jî kopyayeke vê derê li muzexaneyê bi cih bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
