Midûrê Navenda Lêkolîn û Tetbîqê ya Laleya Mûşê Doç. Dr. Abdullah Kiran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku divê laleya Mûşê zêdetir bê danîn, di bazara bazirganiyê ya neteweyî û navneteweyî de bê nasîn û derkeve pêş.
Kiran, got ku par payîzê 3 hezar lale ji bo ceribandinê çandin û wiha dewam kir: "Me par qadek diyar kir û tê de lale çand. Lale di demeke kurt de hêşîn bûn. Ev tiştekî gelek baş e. Di pêşerojê de em ê xebatên bi vî rengî bidomînin. Ji bo di qada aboriyê de jî jê feyde bibînin, em ê xebatên xwe berfirehtir bikin û bidomînin."
- Ji bo laleyê projeyek pêşkêşî TUBÎTAKê kirin
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Bayram Coşkûn jî got ku me mereq dikir ku gelo ji bilî xwezaya xwe laleya Mûşê dê di qadake din de hêşîn bibe yan na?
Coşkûn, diyar kir ku di encama xebatan de dîtin ku lale li qadên din jî hêşîn dibe û wiha axivî: "Ev ji bo bazarkirina laleyan daneyeke girîng e, mirov dikare li qadên din jî biçîne. Navenda me di çarçoveya xebatên zanistî de dixwaze zêdetir tiştan bike û ji bo vê jî projeyek pêşkêşî TUBÎTAKê kirin. Hevalên me yên beşa biyolojiyê di bin banê navenda me de projeyê amade kirin. Heke TUBÎTAK piştgiriyê bide dê lale bê parastin."