Koroya ku ji mela û hafizan pêk tê, wê konsereke muzîka tesewifê bide
Şanlıurfa
Li Şanliurfayê ji 15 mele, muezîn û hafizan Koroya Musîkiya Tesewifê ya Tirk hat avakirin.
Koro di binê banê miftîtiyê da ji mele, muezîn û hafizan pêk tê û li Navenda Çandê ya Walî Kemalettîn Gazezoglu ya Şaredariya Bajarê Mezin bi şeftiya Mustafa Akbaş li ber tef, ney, keman û kanûnê dest bi xebata xwe kir.
Wezîfedarê Serokatiya Kar û Barên Diyanetê û Şefê Koroyê yê Musîkiya Tesewifê ya Tirk Mustafa Akbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, 15 sal e ew li ser musîkiyê xebatan dike, koroyên ku wî ava kirin, li nav welêt û derveyî welêt konser dan.
Akbaş daxuyand, ji Şanliurfayê li ser teklîfa Hafiz Kasim Sezer ew hat bajêr û wan koroyek ava kir û dest bi xebatan kir.
Akbaş wiha dewam kir:
"Şanliurfa ji bo me pir bi qîmet e û wekî ku her kes dizane, gelek dengên biqîmet hene. Şêwe û uslûba Şanliurfayê resen e. Heta niha hevalên me xebat kirine, lê wekî her tiştî perwerde şert e. Em jî ji bo vê koroyê ked didin. Înşeallah em ê di demeke kin da bigihêjin armancên xwe. Em ê hefteyekê rû bi rû, 3 hefteyan jî online xebatên xwe bimeşînin. Koroya me ji 15 kesan pêk tê û piraniya wan hafiz in û di mizgeftan da mela û muezzîn in. Înşeallah dema ku kursên me xelas bûn, em ê konser û bernameyên xweş bidin. Gelê me heta niha ji van xoceyên me azan, Qurana Pîroz û xezel guhdarî dikirin, lê wê êdî bi vî hawî konserên mûsîkiyê jî guhdar bikin. Em ê di dawiya meha hezîranê da înşeallah li dora Gola Masiyan û cihekî guncaw konserê bidin."