Çand û huner

Kevneşopiya carcimên Jîrkî di destê jinan da dewam dike

Haydar Şahin  | 14.10.2020 - Rojanekırın : 20.10.2020
Kevneşopiya carcimên Jîrkî di destê jinan da dewam dike

Şırnak

 Li Beytişebaba navçeya Şirnexê carcimên Jîrkî yên bi teknolojiya pêşketî va hatin asta jibîrkirinê di destê jinan da dewam dike.

Li herêmê bi salan dewlemendiyên çandî û hunerên destan di bin siya terorê da man û bi tesîskirina rewşa hizûrê va dîsa derdikevin holê.

Carcimên Jîrkî yên ji demên berê va tên çêkirin ên mîrata çandî di destê jinên jîr da bi boyaxa nebatan va helboqe helboqe tên honandin. Jinên naxwazin kevneşopiya wan bi teknolojiyê va were jibîrkirin li Navenda Civatê ya Pirarmanc a Beytişebabê ya girêdayî Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê xebatên xwe dimeşînin.

Li ser carciman kulîlk, dar, fîgurên heywanan, motîfên wekî dûpişk, devê gur, histiriyên beranan, çengel, dest, şe, sitêrk, çivîk û çavan hene.

Carcim ji nav û dervayê welêt eleqeyeke mezin dibînin, jinên carcimên bi navê "Bekik", "Canbêzar", "Gulsariye", "Gulhezar", "Gulşivan", "Jîrkan", "Luleper", "Kesneker", "Sîne"yê li dar dixin di heman demê da alîkariyê didin budçeya malbatên xwe.

- "Çîroka her carcimê cuda ye, meneya her motîfê jî heye"

Zehra Durmuşa Midûra ÇATOMê ya Beytişebabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navendê destkarî, dora laçikan, trîkotaj, girêdanê da qursan didin, herî zêde eleqeyê nîşanî carcimên herêmê didin.

Durmuşê got ji bo carcimên Jîrkî yên herêmê neyên jibîrkirin perwerdeyê didin jinan û wiha axivî: "Çîroka her carcimê cuda ye, meneya her motîfê jî heye. Bi salan e jinên me vê kevneşopiyê didomînin. Em dixebitin alîkariyê bidin jinên tên navendê. Em alîkariyê didin wan ku hem kevneşopiya me bidomînin hem jî tevkariyê bidin aboriya malên xwe."

Durmuşê got carcimên destan ji bo navçe û herêmê girîng in, carciman bi hevkariya Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Qaymeqamtiya Beytişebabê difroşin û wiha pê da çû: "Carcimên jin li dar dixin Qaymeqamtî dikire. Perê zibareyan jî tê dayîn."

Durmuşê got, "Em bi mînakên li ser medyaya civakî parve dikin va carciman didin nasîn, siparîşan hildidin. Li nav û dervayê welêt jî tên firotin. Ji bo mêvanên tên vê derê jî wekî diyarî tên dayîn."

- Hewl didin hînî ciwanan bikin

Seyran Adiyaman hîndekara ÇATOMê got ji bo carcimên herêmî neyên jibîrkirin hewl didin. Adiyamanê got ku li herêmê navên cuda didin carcim û motîfan û wiha axivî: "Wekî mînak jinên ku ev carcima li dar xistine navê wê danîne Sînanî. Ji berhemên Mîmar Sînan mînak hildane. Em hewl didin vê kevneşopiyê hînî ciwanan bikin."

Nîharî Atamana 67 salî ya carcim li dar dixist jî diyar kir ku li navçeyê hema bêje li her malê ev carciman hene, navê her parçeyê cuda ye. Atamanê got boyaxa nebatan bi kar tînin û her reng ji nebatekê tê hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.