Keleha Qersê bi îhtişama xwe va hezar sal e şopa dîrokê nîşan dide

Kars
Li Keleha Qersê ku di sala 1152yan da hat çêkirin û piştî çêkirinê 4 caran hilweşiya û cardin hat temîrkirin, bi dîroka xwe ya nêzî hezar salî va şopa gelek serdeman nîşan dide.
Beriya mîladê di salên 130-127an da qebîla Karsakê ji Kafkasyayê hatiye herêmê û navê Keleha Qersê jî ji vê qebîlê tê. Keleh li aliyê bakurê bajêr ser girekî hatiye avakirin. Keleh di dewra Saltûkiyan da di sala 1152yan da bi fermana Siltan Melîk Izedîn û Fîrûz Akayê wezîrê wî hatiye avakirin.
Tîmur di sala 1386an da keleh xerab kiriye, di sala 1579an da bi fermana Mûradê 3yem bi Lala Mistefa Paşa dane çêkirin. Piştî çêkirinê 27 sal şûnda Şahê Îranê Ebasê 1emîn di sala 1606î da keleh xerab kiriye û di salên 1616 û 1636an da cardin hatiye temîrkirin.
Keleh bi kevirê bazalt hatiye çêkirin û 27 hezar mêtre dirêj e, 220 bircên wê hene. Bi îhtişama xwe ya îro va şopa hezar salî nîşan dide.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.