Çand û huner

Karahantepe agahiyên der heqê dema Neolîtîkê dihewîne

Salih Şeref, Rauf Maltaş  | 24.09.2021 - Rojanekırın : 26.09.2021
Karahantepe agahiyên der heqê dema Neolîtîkê dihewîne Eşber Ayaydın - AA

Istanbul

 Wezareta Çand û Turîzmê û Ajansa Nasandin û Pêşvebirina Turîzma Turkiyeyê (TGA) di çarçoveya Projeya Lêkolînên Hemdem a Neolîtîk a Şanliurfayê ya li Karahantepeyê da civîn kirin.

Karahantepe ya li nav sînorên Xelîliyeya navçeya Rihayê ye di sala 2007an da wek qada sît a arkeolojîk hat tescîlkirin ji ber bala li ser Girê Mirazan bi wê derê ra jî eleqedarî zêde bû.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy jî daxuyanî da û got ku piştî Girê Mirazan ê li çar aliyê dinyayê bal kişand gelek zanyaran berê xwe dan Karahantepeyê û wiha domand: "Ji ber vê jî herêm tê ziyaretkirin û eleqeya li serê zêdetir e."

Wezîr Ersoy pişt daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand û tevlî heyeta pê ra bû çû cihê Girê Karahantepeyê lê ye û ji rayedaran agahî hilda.

Bi qasî ku pispor û arkeolog dibêjin Karahantepe bi berhemên di nav xwe da dihewîne va dibe ku pirsên der heqê heyama neolîtîk da tên kirin jî bibersivîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın