Nihat Kavşut
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
ANKARA
Îsmet Yilmazê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî tevî Îbrahîm Kalinê Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomariyê, sitranbêj Yavuz Bîngol û burokratên wezaretê Lîseya Hunerên Xweşik ya Enqereyê ziyaret kir.
Di serdanê da Kalin û Bîngol li salona konferansê ya lîseyê bi xwendekaran ra li tembûrê xistin û konsereke biçûk dan. Kalin û Bîngol sitranên "Kilama Yêmenê, Di Rêyeke Dûr û Dirê Da Me û Bûka Zerîn" û li ser daxwaza Wezîr Yilmaz jî sitrana "Melûl Nebe Dilo" gotin.
Xwendekarên dibistanê jî ji Kalin, Bîngol û Wezîr Yilmaz ra sitranên "Gula Fikra Min" û "Min Ji Te Ra Negotibû" gotin.
Kalin diyar kir gelek kêfxweş e bi muzîkjenên ciwan ra hatiye bal hev û wiha got: "Muzîk luks nîne û tenê amûra kêfê jî nîne. Bi saya muzîkê em taybetiyên xwe yên herî baş derdixin holê û muzîk ji bona vê qadek e."