Çand û huner

Juriya sala 10emîn a Îstanbul Photo Awardsê dest bi xebatên xwe kir

Aişe Hümeyra Akgün  | 06.04.2024 - Rojanekırın : 08.04.2024
Juriya sala 10emîn a Îstanbul Photo Awardsê dest bi xebatên xwe kir

Istanbul

 Juriya sala 10emîn a Îstanbul Phoyo Awardsa pêşbaziya wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) civîna xwe ya ewil kir.

Di rûniştinên onlîne yên ku endamên juriyê dê ji 6 welatên cuda beşdar bin da wêneyên herî baş ên salê dê bên diyarkirin û rûniştinên ku ji ser platforma ku AAyê ji bo pêşbaziyê taybet amade kir tên şopandin dê 3 rojan dewam bikin.

Di juriya pêşbaziyê ya ku ji wênekêşên herî bi prestîj pêk tên da Amî Vîtaleyê çêker û wênekêşa National Geographicê, fotonûçegihan Carol Guzy, endamê ajansa NOORê fotonûçegihan Yurî Kozyrev, fotonûçegihanê The Globe and Mailê Goran Tomasevîc, bêjerê dîtbarî Marîon Mertens, şêwirmendê çapemeniyê Mîchel Scotto, Serfotonûçegihanê Werzişê yê Getty Imagesê Cameron Spencer, fotonûçegihan Ahmet Sel û Dîrektorê Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Firat Yurdakul cî digirin.

- Encam dê vê mehê bên eşkerekirin

Wêneyên ku dê di pêşbaziyê da qezenc bikin jî dê piştî nirxandina juriyê di nav meha nîsanê da bê eşkerekirin.

Wênekêşan bi wêneyên xwe va di navbera 17ê sermaweza 2023yan-17ê rêbendanê da serlêdan kirin.

Ji 118 welatan hezar û 817 wênekêş bi 20 hezar û 520 wêneyan va beşdarî pêşbaziyê bûn.

Di pêşbaziyê da dê di her kategoriyê da sê xelat bên dayîn. Xwediyê "Wêneya Salê" dê 6 hezar dolar xelat wergire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.