Ji Wezîrê Çand û Turîzmê Ersoy der heqê kolanên Projeya Qûçên Keviran da parvekirin:
"Berateyên vê sezonê di Projeya Qûçên Keviran da hatin derxistin, çarçoveya zanistî ya biwarê Serdema Neolîtîk berfirehtir dikin"
Ankara
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy got, "Berateyên vê sezonê di Projeya Qûçên Keviran da hatin derxistin, çarçoveya zanistî ya biwarê Serdema Neolîtîk berfirehtir dikin."
Wezîr Ersoy li ser hesabê xwe yê NSosyalê biwarê Projeya Qûçên Keviran a li Şanliurfayê ji Girê Mirazan û 11 qadên arkeolojîk ên li derdora wê pêk tên û der heqê jiyan û baweriya însanên Serdema Neolîtîk da agahiyên giring pêşkêş dikin, daxuyaniyek belav kir.
Ersoy bal kişand ku peykerê boraqê yê li Girê Mirazan, teswîra rûyê ku devê wê li jor dinihêre ya li Sayburcê û kevalên bi neqşên cuda yên li Sefertepeyê nîşaneyên rîtuel û alema sembolîk a jiyana deverê vedihewînin.
Ersoy her wiha diyar kir ku rêwîtiya zanistî ya li herêmê bi saya xîreta ekîbên vedanê, tevkariyên pişikdarên akademîk û piştgiriya xurt a hemû saziyan bi biryar berdewam e û wiha dewam kir, "Berateyên vê sezonê di Projeya Qûçên Keviran da hatin derxistin, çarçoveya zanistî ya biwarê Serdema Neolîtîk berfirehtir dikin."
Ersoy her wiha ji ber piştgiriya wan a seba projeyê, spasiya Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Kasim Gulpinar kir û wiha got:
"Em ê Şanliurfaya me pêşiyê di turîzma welêt da û bi dû ra jî di turîzma dinyayê da bigihînin cihê ku heq dike. Qûçên Keviran dê wê yekê bidomîne ku cîhana 12 hezar sal berê ya li Anadoluyê bi hûrgiliyên bêhempa va radixe ber çavan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
