Çand û huner

Ji aktrîsta Cihû Einbinderê ya xelata Emmyê qezenc kir bangewaziya "Ji Filistînê ra azadî"

Hakan Çopur  | 15.09.2025 - Rojanekırın : 15.09.2025
Ji aktrîsta Cihû Einbinderê ya xelata Emmyê qezenc kir bangewaziya "Ji Filistînê ra azadî"

Washington DC

Di merasima li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê da Xelatên Primetime Emmy yên 77emîn diyar bûn û di merasimê da aktrîsta Cihû Hannah Einbinderê ya xelat qezenc kir, axaftina xwe bi bangewaziya "Ji Filistînê ra azadî" va bir serî.

Xelatên Primetime Emmyê yên ku wekî "oscarên cihana televîzyonê" tên wesifandin, li Los Angelesê bi merasima li Şanoya Peacockê hatin belavkirin.

Rêzefîlma mînî "Adolescence" ya li ser Netflixê tê weşandin ji gelek şaxî xelat wergirtin, Owen Cooperê 15 salî yê bi rola xwe ya fîlmê xelat wergirt, bû lîstikvanê herî ciwan ê Emmy qezenc kir.

Di merasimê da axaftina aktrîsta Cihû Hannah Einbinderê ya bi rola xwe ya di rêzefîlma "Hacks"ê da xelata lîstikvana alîkar wergirt, bal kişand ser xwe.

Einbinderê piştî wergirtina xelatê di axaftina xwe ya li ser dikê da bertek nîşanî polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump da û bi gotina "Ji Filistînê ra azadî. Bimre ICE (Koçberî û Parastina Gumrikê ya Amerîkayê)." axaftina xwe bir serî.

Einbinderê piştî wergirtina xelatê li dervayî salonê daxuyaniyek belav kir û wiha got, "Wekî Cihûyekî ez dixwazim bêjim ku Cihû ji dewleta Îsraîlê cudatir in. Dîn û çanda me bi rastî jî ji vê dewleta netewexwaziya etnîkî cudatir e."

Einbinderê her wiha bal kişand ku ew ê bertekên xwe yên dijî saziyên ku şirîkê sûcê jenosîda Îsraîlê ne, bidomînin û ew kêfxweş e ku hevbeşê vê yekê ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.