Hunermendên ji bo mihrîcana fîlman hatine Bedlîsê li mekanên dîrokî geriyan

Bitlis
Li Bedlîsê "Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî ya Pêncminareyê" ku cara ewil ji hêla Weqfa Nasandin û Perwerdeyê ya Bedlîsê, Walîtî, Şaredarî û Zanîngeha Erenê va tê lidarxistin, dest pê kir.
Di mihrîcanê da li navenda bajêr û navçeyan bername û çalakiyên curbecur tên lidarxistin.
Hunermendên ji bo mihrîcana fîlman hatin Bedlîsê li mekanên dîrokî û turîstîk geriyan.
Mihrîcan wê di 11ê Gulanê da bi dawî bibe.
Di "Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî ya Pêncminareyê" da wê lîstikên şanoyê bên lîstin, fîlmên kinmetraj û metrajdirêj û belgefîlm bên nîşandin.