Çand û huner

Heya niha ji 2,5 milyonî zêdetir ziyaretvan hatine dîtina Girê Mirazan

Eşber Ayaydın  | 08.03.2024 - Rojanekırın : 12.03.2024
Heya niha ji 2,5 milyonî zêdetir ziyaretvan hatine dîtina Girê Mirazan

Şanlıurfa

 Girê Mirazan ya herêma dîrokî ku di sala 2019an da fermî hat vekirin heya niha 2 milyon û 551 hezar ziyaretvan ezimand.

Girê Mirazan ku bi UNESCOyê ra li dinyayê bala geştiyarên xwemalî û biyanî kişand û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî sala 2019an weke "Sala Girê Mirzan" îlan kir hê baştir hat naskirin.

Piştî ku hat naskirin heya niha 2 milyon û 551 hezar ziyaretvan çûn dîtina Girê Mirazan.

Serokê Qada Girê Mirazan û Museya Şanliurfayê Celal Uludag destnîşan kir bi xebatên kolanê yên ku di sala 1995an da li herêmê dest pê kirin û heya niha jî didomin, gelek berhem hatine derxistin û got ku loma jî bal û dêna dinyayê li ser Girê Mirazan e.

Celal Uludag diyar kir bi saya peykerên tên dîtin eleqeya ji bo herêmê her diçe zêde dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın