Hat tesbîtkirin ku mirovan biqasî 400 hezar sal berê dest bi bikaranîna agir kirine
Ankara
Lêkolîneke nû ya ku li Îngiltereyê hat kirin derxist holê ku bereksê tê zanîn mirovan di demeke gelekî zûtir da biqasî 400 hezar sal berê bi awayekî bîrewer û zanebûn dest bi bikaranîna agir kiriye.
Zanyarên Îngilîz ragihandin ku li qada kolana arkeolojîk a li Barnhama li herêma Suffolkê ya li rojhilatê welêt cî digire delîlên der barê biqasî 400 hezar sal berê bi awayekî bîrewer bikaranîna agir da dîtin.
Ekîba lêkolînê ta bi serkêşiya Brîtîsh Museumê li qadê parçeyên kîlê yên pehtî, bivirên destan ên ji ber germahiya zêde derizîne û mîneralên pîrîtê yên hesin ên ku dema li kevirê hesteyê dixin pêt jê derdikeve tesbît kirin.
Ekîb ji bo ku îhtimala şewatê tasfiye bike seranserê çar salan lêkolînên berfireh kirin û di çarçoveya testên kirin da tesbît kirin ku li herêmê germahî derdikeve ser 700 pileyê û li heman cihê rastî şopên şewatê hatine.
Lêkolîneran destnîşan kir ku ev dane şûna ketina birûskê û şewatê tifikên ku bi zanebûn hatine çêkirîn îşaret dikin.
Encamên xebatê derxist holê ku mirovan biqasî 400 hezar sal berê dest bi bikaranîna agir kirine.
Hûrgiliyên lêkolînê li kovara Natureyê hat weşandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
