Çand û huner

Girêkeçel bi rûyê xwe yê nû li hêviya mêvanan e

Rauf Maltaş  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 10.12.2025
Girêkeçel bi rûyê xwe yê nû li hêviya mêvanan e

Şanlıurfa

 Kavilgeha Girêkeçel ku yek ji cihê nîştecihiyê yê giring ê serdema Neolîtîk e, bi navenda pêşwaziya mêvanan, xaniyê kolandinê, navenda lêkolîna şûnwariyê û guzergeha nû ya gerê di demeke kurt da ewê dest bi mazûvaniyê bike.

Di çarçoveya Projeya Girên Kevir ku yek ji berfirehtirîn însiyatîfên şûnwarnasiyê yên di dîroka Komarê da ye, ev 5 sal e li Şanliurfayê xebatên giring tên ajotin, yek ji wan jî vekolandinên li Girêkeçel in.

Gelek berhemên dîrokî, ji peykerên 3 rehendî yên fîgurên mirovan bigire heya wêneyên ajelan, li vê cihê ku zêdetirî 250 kêlikên bi şiklê "T" yên serdema Neolîtîk dihewîne, dişibin yên li Girêmirazan a di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê da, hatin keşifkirin.

Cihê arkeolojîk ê li Parka Neteweyî ya Çiyayên Tek Tekê ku 46 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, hem bi lêkolînên zanistî û hem jî bi eleqeya mêvanan ra, bi lez û bez tê pêşxistin.

Navenda Pêşwazîkirina Mêvanan a 3 qatî ku bi hevkariya Wezareta Çand û Geştiyariyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê hatiye avakirin, li ber qedandinê ye. Herwiha xebat li ser projeyek banê ya mezin ji bo parastina berhemên dîrokî yên li wir tê kirin.

Ji bo ku mêvan bikaribin bi rêwîtiyek sîstematîktir li kavilgehê bikin, sererastkirin tên kirin. Navenda Lêkolînên Arkeolojîk a ku niha çêkirina wê berdewam e, di nava wê da laboratuarên arkeometrî, restorasyon û fotografê hene.

Armanc ew e ku hemû veberhênan sala bê biqedin û herêm bi dîmenek nû va were vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.