Gelê taxên rêya wan tê girtin bi hespan diçin û tên
Li Çaldirana navçeya Wanê welatiyên li gundên ji ber berf bagerê rêya wan hatin girtin bi xizangan diçin û tên
Van
Li Çaldirana navçeya Wanê welatiyên li gundên ji ber berf bagerê rêya wan hatin girtin bi xizangan diçin û tên.
Welatiyên li Taxa Beydoxanê ya 20 kîlomêtro dûrî navçeyê dema rê girtî be bi hespan tên navenda navçeyê.
Cîvan Denizê ji gelê taxê diyar kir ku ji ber berfê gelek caran tengasiyan dikişînin.
Denîz destnîşan kir ku dema hewcedariya wan çêbe bi hespan tên navenda navçeyê û wiha axivî: "Di rojên zor û zihmet ên zivistanê da alîkarê me yê herî mezin hesp e. Dema rê ji berfê dixitime em bi wan diçin û tên. Em îro jî ji bo danûstandinê bi hespan hatin navenda navçeyê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.