Çand û huner

Fuat Kavgaciyê yek ji hosteyên qelayê yên dawî yên ji Erziromê ye, 61 sal in agirê xwe venamirîne

İlhami Erkılıç  | 11.11.2025 - Rojanekırın : 14.11.2025
Fuat Kavgaciyê yek ji hosteyên qelayê yên dawî yên ji Erziromê ye, 61 sal in agirê xwe venamirîne İlhami Erkılıç

Erzurum

ERZURUM (AA) - ÎLHAMÎ ERKILIÇ - Fuat Kavgaciyê 71 salî yê ku yek ji sê hosteyên qelayê yên dawî yên ji Erziromê ye, 61 sal in li ber êgir pîşeyê xwe didomîne.

Kavgaciyê bavê 3 zarokan, di 10 saliya xwe da li kêleka bavê xwe dest bi vî pîşeyî kiriye.

Kavgacî demekê bi bavê xwe ra xebitiye û paşê çûye eskeriyê.

Piştî eskeriyê, kargeha xwe vekiriye û ji wê demê pê va bi vî pîşeyî debara malbata xwe dike.

Kavgaciyê li bajêr yek ji sê hosteyên dawî yên vî pîşeyî ye, ji ber ku nikare şagirtekî bibîne û vî pîşeyê ku 61 sal in dike fêrî wî bike, xemgîn e.

Fuat Kavgaci ji nûçegihanê AAyê ra got ew yek ji hostayên dawî yên vî pîşeyî yê li Erziromê ye.

Kavgaci anî ziman ku li bazara sifirkeran tenê sê hostayên ku vî pîşeyî dikin mane û wiha axivî: "Ez bi salan e pîşeyê bavê xwe dikim. Em hewl didin ku wê bidomînin, lê nifşên tên di vî karî da naxebitin."

Kavgaci daxuyand ev kar êdî tê jibîrkirin û wiha dewam kir: "Kelecana min a roja ewil dewam dike. Mişterî gelemperî çaynik û taweyan tînin. Ez biriqandina krom û sifirê, karên qelayê û temîrê dikim. Heta ku ji destê me bê, heta ku em bimirin em ê vî karî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın