Çand û huner

Ekîba şanoyê ya Şaredariya Bidlîsê ji bo zarokan li gundan digere

Şener Toktaş  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
Ekîba şanoyê ya Şaredariya Bidlîsê ji bo zarokan li gundan digere

Bitlis

Ekîba şanoyê "Bila Zarok Bê Şano Nemînin" a ji hêla Şaredariya Bidlîsê va hatiye avakirin gundan digerin û şanoyê bi zarokan didin temaşekirin.

Li gor daxuyaniya şaredariyê li bajêr ji bilî xebatên binesaziyê çalakiyên çandî û civakî jî tên kirin.

Ekîba şanoyê ya di bin banê şaredariyê da hatiye avakirin gund bi gund digerin hewl didin zarok şanoyê temaşe bikin.

Koma şanoyê çû Dibistana Seretayî ya Duzkoyê û ji bo zarokan lîstika "Apê Medah" lîst.

Zarokên cara ewil şano temaşekirin pir kêfxweş bûn.

Piştî şano qediya şanogeran diyariyên Şaredar Nesrullah Tanglay şandibûn li zarokan belav kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın