Çand û huner

Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk rêwiyên xwe li ber dîmena bêhemta ya Rojhilatê ra dibe û tîne

Ömer Yasin Ergin  | 26.05.2025 - Rojanekırın : 29.05.2025
Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk rêwiyên xwe li ber dîmena bêhemta ya Rojhilatê ra dibe û tîne

Diyarbakir

OMER YASÎN ERGÎN - Seyahethezan îsal jî derfet dît, bi Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk va rêwîtî kir û li ber dîmenên bêhemta ra derbas bûn.

Wezareta Gîhandin û Binesaziyê bi Rêwîtiya TCDDyê va Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk di 19ê Nîsana 2024an da ji Enqereyê ber bi Diyarbekirê va bi rê kir û sefera ewil a ekspresê hat kirin. Ekspresê îsal di navbera 11ê Nîsanê û 25ê Gulanê da 8 seferên plankirî, temam kir.

Tren her în di saet 13.55an da ji Enqereyê bi rê ket, li Meletiyê 3 saetan navbera turîstîk da û paşê gihîşt Diyarbekirê.

Di vegerê da jî ji Diyarbekirê rojên yekşemê di saet 12.30î da bi rê ket, li Îstasyona Yolçatiyê ya Elezîzê 4 saetan ji bo gerê navber da û piştî navberê rêwiyên xwe gîhand Enqereyê.

Bi saya Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk rêwiyan siruşta bêhempa ya Anadoluyê dît, tehmên herêmî tehmijîn, dîroka hezar salan muşahede kir û hunerên destan û çanda herêmê cardin keşif kir.

Trena ku ji Enqereyê bi rê ket, ji ser Kayserî, Meletî, Elezîzê ra 1051 kîlomêtre rê çû û gihîşt Diyarbekirê. Dema ku ji Diyarbekirê çû Elezîzê li ber qadên çandiniyê, deştên hêşinahiyê, tunel û Gola Hazarê ra derbas bû û ev kêliyên wê bi droneê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.