Önder Beyter
19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê karkerê fabrîqeyekê Metîn Aktabur li baniyê xaniyê xwe berxê bi navê "Cano" xwedî dike û herwiha pê ra dostaniyek daniye ku kê dibîne metelmayî dimîne.
Aktaburê 29 salî ku li taxa Baxê Helebî ya ser navçeya navendê Eyubiyeyê dijî û li Herêma Pîşesaziya Organîze di fabrîqeyeke bend da dişixule, berxê ku cinsê wê "îvesî" ye yê ku bavê wî 5 meh berê kirîbû, li baniyê apartmana 4 qatî ya ku tê da rûdinên, xwedî dike.
Aktabur li baniyê apartmanê ji bo berxika xwe "Cano" klûbeyek çêkiriye û herwiha bi şev diçe kar, bi roj jî li berxê mêze dike û wî dibe parkan.

Cano jî ji nerdewanên avahiya 4 qatî berjêr dibe, li dû xwediyê xwe li kuçeyan digere û ji Aktabur venaqete.
Ji ber têkiliya nêzîk û germ a Aktabur ya ligel berxikê, xelkê taxê eleqeyeke mezin nîşan dide. Aktabur ji peyamnerê AAyê ra got ku ew ji Cano pir hez dike û herwiha ew dostê hev in.
Aktabur bal kişand ku ew bi şev li fabrîqeyê dişixule, bi roj jî piştî ku westa xwe hildide, bi berxika xwe ra eleqedar dibe û wihya dewam kir:
"Bavê min ji bo şerjêkirinê, 5 meh berê Cano kirîbû. Wê demê hê piçûk bû. Ji ber ku ez pê ra eleqedar bûn, ew jî hînî min bû. Ji bo ku tebatî werê, ez piştî nîvroyê dibin parqê. Li vir ji xwe ra digere. Ez ji Cano pir hez dikim. Ez naxwazim bînim bîra xwe ku ez û Cano emê ji hevdu cuda bin."