15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
NEW YORK
Li Hefteya Modeya New Yorkê defîleyek ji bo cilûbergên ku temamê wan li gor tesetturê hatibûn fesilandin birêve çû.
Modekara Endonezyayî Anniesa Hasibuan di defîleya xwe de koleksiyona Payîz û Zivistanê pêşkêş kir. Beşdariyeke zêde li defîleyê çêbû.
Modekar û mêvanên ji çar aliyên dinyayê ji bo Hefteya Modeya New Yorkê hatibûn salona numayişê bi temamî dagirtin.
Defîle ji aliyê hunerhezan ve jî gelekî hat ecibandin û li ser piyan li çepikan xistin.

Koleksiyona Hasibuana 30 salî ji 48 curan pêkdihat û ji aliyê 24 mankenan ve hat numayişkirin.
Rengê cilan û malzemeyên ku hatibûn bikaranîn ji aliyê zerafetê ve bal kişandin.
Di nav beşdaran de Ibtihaj Muhammeda ku cara yekem bitesettura xwe di warê eskrîmê de tevlî olîmpiyatên Emrîkayê bû û ji aliyê kovara Timeê ve di nav "100 însanên herî bitesîr" hat nîşandan jî hebû.