Çand û huner

Di 7 salan da milyonek û 38 kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir

- Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajarê Adiyemanê Mehmet Yelken: - "Di sezona ku ji meha nîsanê va dest pê kir da heta niha 230 hezar ziyaretvanên me çêbûn. Em li bendê ne ku ev jimara heta dawiya sezonê derkeve 310 hezarî"

Orhan Pehlül  | 14.09.2025 - Rojanekırın : 14.09.2025
Di 7 salan da milyonek û 38 kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir

Adıyaman

ORHAN PEHLUL - Di 7 salên dawîn da milyonek û 38 hezar turîstan Çiyayê Nemrûdê ya ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ziyaret kir.

Xirabeyên Çiyayê Nemrûdê ya ku yek ji muzeyên vekirî yên herî girîng ên dinyayê ye û bi peykerên xwe yên qerase va dîmenên hilatin û avabûna rojê lê bêhampa ye her sal bi deh hezaran turîstê diezimîne.

Kesên derdikevin lûtkeyê firsenda di cî da dîtina şopên şaristaniya Kommageneyê dibînin.

Xirabeyên Çiyayê Nemrûdê di sala 2022yan da bi 222 hezar û 247 ziyaretvanan va gihaşt jimara ziyaretvanên herî zêde û jimara turîstan herî kêm bi 56 hezar û 229 ziyaretvanan li di sala 2020î da bû.

Di heyama 8 mehên ewil ên îsal da jî 122 hezar û 634 jê herêmî, 14 hezar û 570 jê biyanî 137 hezar û 204 turîstan Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir.

- Hedefa dawiya salê 310 hezar turîst e

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Mehmet Yelken daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di heyama turîzmê da Nemrûd rastî eleqeyeke mezin hat.

Yelken got ku "Di sezona ku ji meha nîsanê va dest pê kir da heta niha 230 hezar ziyaretvanên me çêbûn. Em li bendê ne ku ev jimara heta dawiya sezonê derkeve 310 hezarî. Heta hefteya ewil a sermawezê ziyaretvaanên Nemrûdê çêdibin. Ev jî piştgiriyeke mezin dide turîzma herêmê."

Yelken der barê xebatên restorasyonê yên di peykerên li Çiyayê Nemrûdê da ev gotin:

"Ji bo ku em bikarin Çiyayê Nemrûdê wek mîrate ji nifşên bê ra bihêlin peykerên li terasên rojhilat û rojava projeya saxlemkirinê dimeşînin. Peyker bi nanoteknolojiyê hatin zeximkirin. Bi saya vê rêbazê qelş bi mayînde tên temîrkirin. Em li terasa rojava jî sepana antîoksîdanê dikin. Tê plankirin ku restorasyon bi tevahî 5 salan dewam bike, me heta niha du merhale temam kirin."

Fîlîz Bîlgîlî Çoraka ku ji Stenbolê ji bo ziyaretê hat herêmê got ku dema derket çiyayê Nemrûdê zehmetî kişand lêbelê dîmena ku dît hêjayê wê zehmetiyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın