Tabloya Picasso ya bi navê "Les Femmes d’Alger"ê (Jinên ji Cezayîrê) li Newyorkê bi 179 milyon û 365 hezar dolarî va hat firotin û rekora muzayedeyê şikand.
Tabloya Picasso ya bi navê "Les Femmes d’Alger"ê li Mala Mezatê ya Christie'sê ya ku li New Yorkê ye hat firotin. Tablo di sala 1955an da bi usûla kubîk hatiye çêkirin û di wek berhema sereke ya hûnera nûjen tê qebûlkirin.
Tablo di sala 1997an da bi 31 milyon û 900 hezar dolarî ji Victor û Sally Ganz ên koleksiyoner hatibû kirîn û xwediyê wê yê teze nehat eşkerekirin.
Beriya vê di sala 2013an da di muzayedeyekê da tabloya sêparçe ya bi navê "Three Studies of Lucian Freud" a ku Francîs Bacon çêkiribû bi 142 milyon dolarî hatibû firotin.
Di muzayedeya do êvarê da peykerê bironz a bi navê "Pointing Man" a ku Alberto Gîacomettî yê ji Swîsreyê çêkiribû bi 141,3 milyon dolarî hat firotin û bû peykera herî biha. Peykera bi navê "Merivê Rêwî" ya ku Alberto Gîacomettî çêkiribû di sala 2010an da li Londrayê bi 104 milyon dolarî hatibû firotin.
Di dîrokê da berhema hûnerî ya ku herî biha hat firotin ya Paul Gauguînê ressamê firansiz a bi navê "Tê kînga bizewicî?" ya ku di sala 1892yan çêkiribû ye. Berhem bi 300 milyon dolarî hatibû firotin.