Çand û huner

Bajarê Qersê yê ku avahîsaziya Baltikê dihewîne di turîzma çandê da balê dikişîne

Cüneyt Çelik  | 21.10.2025 - Rojanekırın : 21.10.2025
Bajarê Qersê yê ku avahîsaziya Baltikê dihewîne di turîzma çandê da balê dikişîne

Kars

 Piştî Şerê Ûris û Osmaniyan yê di navbera salên 1877-1878an da li Qersê 40 salan desthilatiya Ûrisan çêbû ku di vê heyamê da avahîsazên Hollandî yên ku ji hêla Ûrisan va hatine wezîfedarkirin li bajêr nêzîkî 170 berhemên avahîsaziya Baltikê dihewînin çêkirin. Niha ev berhem ji bo turîstên ku qîmetê didin turîzma çandê cihên gerê yên balkêş in.

Ûrisên ku heta sala 1918an li vî bajarê dîrokî man, Qersê wekî "bajarekî eskerî" îlan kirin û li dora taxên Yusufpaşa, Ortakapi û Cumhuriyetê planeke bajarî ya nû ya îroyîn çêkirin.

Rayedarên Ûris ji bo vê armancê ji Hollandayê avahîsazan anîn.

Di vê çarçoveyê da dest pê kirin û şêwazeke avahîsaziyê ya ku di sala 1706an da li dora Behra Baltîkê ya li bakurê welatê wan dihat dîtin, dane çêkirin.

Ûrisan şêwaza avahîsaziyê ya ku di sala 1706an da li peravên Behra Baltîkê hatibû sepandin anîn Qersê û nasnameyeke cuda dan bajêr.

Avahîsazên ku di salên 1880î da ji Hollandayê hatin anîn bajêr li ser pergala kolanên ku bi plansaziya izgarayê hatiye çêkirin, ava kirin.

Li bajêr bi şêwaza avahîsaziyê ya Baltikê nêzî 170 avahî hatin çêkirin ku ev avahî îro hatine tescîlkirin û tên parastin.

Qismekî van avahiyan wekî xanî tên xebitandin, hinek jî wekî kargeh an jî saziyên fermî xizmetê dikin.

Bajarê kevnare bi Xirabeyên Aniyê, Keleha Qersê, mizgeftên Evliya, Fethiye û Kumbetê û hemamên xwe va balê dikişîne û turîstên xwecî û biyanî dema tên bajêr, eleqeyê nîşanî avahiyên ku bi avahîsaziya Baltikê hatine çêkirin, didin.

Di demên dawî da turîstên xwecî û biyanî herî zêde rotaya Qersê tercîh dikin.

Turîstên Îranî, Ûris, Alman û Fransî yên ku tên Qersê heta ku van avahiyên dîrokî ziyaret nekin, ji bajêr naçin.

Ev avahî seba turîzmê destînasyoneke cuda ye û qismekî van avahiyan îro wekî Qonaxa Walîtiyê ya Qersê, Serkonsolosxaneya Qersê ya Azerbeycanê, Midûriya Tenduristiyê ya Bajarê Qersê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Kafkasê, defterdarî û otel tên xebitandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.