Arşîva şexsî ya rojnameger û nivîskar Gabrîel Garcîa Marqûezê ji Kolombiyayê bi 2,2 milyon dolaran hat firotin. Marqûez yek ji nivîskarên îspanyolî yê herî mezin e.
Berdevkê Zanîngeha Teksasê ya Amerîkayê got ku di nav de destnîvîsên 10 romanên wî yên orjînal jî, arşîva Marqûez bi 2,2 milyon dolaran sitand.
Nivîskarê ku xelata Nobelê jî wergirtibû par mir. Zanîngeha Teksasê piştî mirina nivîskar, di meha mijdarê de, arşîva wî ya şexsî sitand. Zanîngehê bihaya arşîvê dema ku sitandibû eşkere nekiribû. Lê belê Wezareta Dadê di 19ê sibatê de ji zanîngehê xwest ku bihaya arşîvê eşkere bike.
Arşîva di 50 salan de hatiye amadekirin, ji 2 hezar perçeyî pêk tê. Di arşîvê de zêdetirî 40î albumên wêneyan, daktîloyên ku Marqûez pê berhemên xwe nivîsîne, 5 kompîtur û berhemeke nîvcomayî ya bi navê "Em ê Hev Du Di Tebaxê De Bibînin" hene.
Di nav de orjînala romana wî ya "Tenêtiya Sedsalan" a ku wergerandibûn 25 zimanan û zêdetirî 50 milyonî hatibû firotin jî heye. Di arşîvê de nameyên ku Marqûez ji nivîskarên wek Graham Greene, Mîlan Kûndera, Gunter Grass û Carlos Fûentes re şandine jî hene.
Arşîva şexsî ya nivîskar Marqûez dê li pirtûkxaneya navenda Harry Ransomê bê nîşandan.
Marqûez di 87 saliya xwe de, par di 17ê nîsanê de rehmet kir.
Malbata Marqûez jî got ku arşîva nivîskar bi mezadê nehat firotin. Ji ber ku Navenda Ransomê bi arşîva xwe ya wêjeyê di dinyayê de bi nav û deng e, arşîvê firotin navendê.
Arşîvên nivîskarên navdar ên wek Jorge Lûîs Borges, Wîllîam Faûlkner, James Joyce, Samûel Beckett, Ernest Hemîngway û John Steînbeck jî li Navenda Harry Ransomê tên parastin.