Çand û huner

Archaeology Magazine Girêkeçel di nav 10 keşfên herî baş ên sala 2025an da nîşan da

Ayşe Karaosmanoğlu  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Archaeology Magazine Girêkeçel di nav 10 keşfên herî baş ên sala 2025an da nîşan da

Ankara

 Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku Archaeology Magazineyê Girêkeçel di nav 10 keşfên herî baş ên sala 2025an da nîşan da û ew li ser bergê kovarê çap kir.

Wezîr Ersoy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî NSosyalê derbarê serkeftina navneteweyî ya Projeya Taş Tepeler (Girên Kevirî) da agahî parve kir.

Ersoy diyar kir ku Girêkeçel li ser sekoya cîhanê ye û wiha pê da çû:

"Girêkeçel ê ku beşek giring a Projeya Girên Kevirî ye ku me di 26ê Mijdarê da salvegera wê ya 5emîn pîroz kir, ji aliyê Archaeology Magazineyê va ku yek ji weşanên herî bi prestîj ên cîhanê ye, di nav 10 keşfên herî baş ên sala 2025an da hate nîşandan û li ser bergê kovarê hate çapkirin. Lêkolînên zanistî yên ku em li vê axê dikin, tiştên ku em li ser dîroka mirovahiyê dizanin ji nû va şekil didê. Ez bawer dikim ku ev pêvajoya berfireh, ji mîkro-analîzan bigire heya arkeometriyê, ji vedîtinên sembolîk bigire heya çalakiyên parastinê, dê Girên Kevirî wekî paytexta Neolîtîk a cîhanê tomar bike."

Ersoy tekezî kir ku ew biryardar in ku çîroka 12 hezar salî ya Anadoluyê bi rêya zanistê vebêjin, mîrata wê ya çandî biparêzin û ji cîhanê ra vebêjin.

Ersoy her wiha spasiya Walîtiya Şanliurfayê, Şaredariya Bajarê Mezin û her kesê ku beşdarî vê pêvajoyê bûye, kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın