Afîşa "13emîn Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê" hat belavkirin
Istanbul
Afîşa "13emîn Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê" hat belavkirin ku ji hêla Weqfa Çand û Hunerê ya Bogazîçîyê û bi piştgiriya Midûriyeta Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Turîzmê tê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya weqfê, afîşa festîvala ku Ajansa Anadoluyê Hevkarê wê yê Ragihandina Global e, ji hêla Yasîn Unlusoy hat sêwirîn.
Di daxuyaniyê da cih dan axaftina Unlusoy jî ku wiha got, "Di afîşê da min îlhama xwe ji Beyogluyê wergirt ku lê dilê Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê lê dide. Min kompozîsyonek ava kir ku tê da raborî û roja îro û her wiha estetîka kevneşop û şêwezarê nûjen anî cem hev."
Der barê festîvalê da agahiyên zêdetir li ser malpera "www.bogazicifilmfestivali.com"ê hene û her wiha festîval jî dê di navbera 7-14ê Mijdarê da bê lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
