15 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
FAS
Di 23emîn Festîvala Cihanî ya Muzîka Mîstîk da ku li Fasê berdewam e numayîşên koma muzîkê "Songhai" yên ku ji têkeliya Flamenko û muzîka Mandinkayê pêk tên, eleqeyeke mezin cezb kirin.
Koma muzîkê Songhai ku bi pêşengtiya Toumani Diabeteyê nunerê muzîka Malili Mandinka û muzîkjenên spanî Jose Miguel Carmona û Javier Colina va saz bûye, di festîvalê da konsereke ku ji Flamenko û muzîka Mandinkayê pêk tê, pêşkêş kir.
Di konsera li qada Bab El Makîne ya Fasê da gelek muzîkhez jî amade bûn.
Ji welatên wekî Çîn, Fas, Kuweyt, Libnan, Fransa, DYA, Hindistan, Kuba, Bulgaristan, Moxolistan, Îtalya, Îrlanda, Yewnanistan, Brezîlya, Spanya û Maliyê 45 komên muzîkê beşdariya 23emîn Festîvala Cihanî ya Muzîka Mîstîk ya ku di 12ê gulanê da dest pê kir, dikin.
Herwiha sernava îsal a festîvalê jî "Av û Muqedesat" e û wê heya 20ê gulanê dewam bike.