Çand û huner

Xwendekarên biyanî "sêgoşeya zêrîn" a Mezopotamyayê ji nêz va nas kir

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 24.05.2022 - Rojanekırın : 25.05.2022
Xwendekarên biyanî "sêgoşeya zêrîn" a Mezopotamyayê ji nêz va nas kir

Mardin

Xwendekarên biyanî yên ku ji welatên Afrîka, Asya û Ewropayê ji bo perwerdeyê hatine Tirkiyeyê, li Diyarbekir, Mêrdîn û Şanliurfayê yên ku wekî "sêgoşeya zêrîn" a Mezopotamyayê tên tewsîfkirin, li ciyên dîrokî û çandî geriyan.

Serokatiya Tirkên Dervayî Welêt û Civakên Eqreba û "Akademiya Xwendekarên Navneteweyî" ya Komeleya Bircên Şaristaniyan ji bo 46 xwendekaran bernameya gera 3 rojan li dar xist ku ji 24 welatan hatine û li Zanîngeha Erciyesê perwerdeya xwe ya lîsans û lîsansa bilind didomînin.

Xwendekaran li Mêrdînê Medreseya Qasimiyeyê, Dêra Mor Gabriel, Mizgefta Mezin, Dêra Kirklarê û sikakên dîrokî, li Diyarbekirê sûrên qedîm ên di Lîsteya Kelepora Cîhanî ya UNESCOyê da, Xana Hesen Paşa, Keleha Zêrzewanê ya li navçeya Çinarê, Mizgefta Mezin, li Şanliurfayê jî Girê Miraza yê di Lîsteya Kelepora Cîhanî ya UNESCOyê da ya ku wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê qebûlkirin, bermayiyên Zanîngeha Heranê, Gola Masiyan, meqamê Eyûb Pêxember geriyan û der heqê van deran da agahî sitandin.

Serokê Komeleya Bircên Şaristaniyan Ali Dursun ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wan xwest nirxên çandî nîşanî yên li Anadoluyê nîşanî xwendekarên biyanî bidin û ji bo vê jî ew li Mêrdîn, Diyarbekir û Şanliurfayê geriyan.

Dursun got ku wan ji xwendekarên serkeftî 46 jê hilbijartin û wekî xelat wan ji bo wan bernameyeke gerê li dar xist û wiha dewam kir:

"Ji welatên wekî Tûnis, Fas, Cezayîr, Çad, Bosna Hersek, Sirbistan, Hindistan, Endonezyayê xwendekarên me hene. Li Akademiya Xwendekarên Navneteweyî bi salan e em parêzgehên cuda didin gerandin. Cara ewil me li Başûrê Anadoluyê turîzma çandî kir. Xwendekarên me yên ku 4-5 sal e di akademiyê da berdewam in hene. Ciwan kêfxweş bûn ku şopên Selçûqî, Artûqî, Osmanî û Romayê bi hev ra dîtin. Ev ciwan piştî ku Tirkiyeyê nas dikin û jê hez dikin, li welatê xwe dibin qasidên me yên çandî."

Marzok Juma Dahia Ngirkuduyê ji Sûdana Başûr diyar kir, ew li Zanîngeha Erciyesê di warê peywendiyên gel da doktorayê dike.

Ngirkudu diyar kir ku ev ger gelekî bi kêrî wan hat û wiha dewam kir, "Em li Mêrdîn, Şanliurfa û Diyarbekirê geriyan. Li van deran em çanda Tirkan hîn bûn. Di navbera Sûdan û Tirkiyeyê da ji hêla çandê va ferqeke zêde mezin tuneye. Înşelah em ê çanda ku em li vir hîn bûn, bo gelê xwe veguhezînin."

Tringa Amediya ji Sirbistanê ya xwendekara beşa hemşîretiyê jî diyar kir ku wan pir hez ji 3 bajarên ku lê geriyan kir.

Mistefa Huseyînê Misrî jî diyar kir ku di gerê da derfeta wan çêbû ku nirxên çandî yên dewlemend ên Tirkiyeyê bibînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.