Xelfetiya "bajarê aram" bi xweşikahiyên xwe yên siruştî mazûvaniya mêvanan dike

Şanlıurfa
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê bi xweşikahiya xwe ya dîrokî û siruştî va bala ziyaretvanan dikişîne.
Navçeya Xelfetiyê di sala 2013an da ji aliyê Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî Cittaslowê va wekî "bajarê aram" hat îlankirin. Qismekî navçeyê di binê bendava Bîrecikê da maye û bi dîmena xwe ya wekî kartpostalan va merivan dixe hejmetkarê xwe.
Xelfetî bi malên kevir ên dîrokî û xweşikahiya xwe ya siruştî va li Başûrê Rojhilatê wekî "bihuşta veşartî" jî tê pênasekirin û mazûvaniya turîstên xwemalî û biyanî dike.
Li ser gola bendavê bi kelekan tûr tên avêtin û ziyaretvan bi van tûran va "bajarê binavbûyî", Rûmkaleya ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, minareya mizgefta ku di binê avê da maye û taxa xirabeyan a Savaşanê dibînin.
Kesên ku dixwazin di nava siruştê da bigerin, berê xwe didin navçeyê, bi taybetî dawiya hefteyê pir qerebalix dibe.
Ziyaretvanên ku tên navçeyê gula reş a ku reng û bêhna xwe ji avê hildide û hatiye tescîlkirin jî dibînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.