Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul
Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 6 jê xwemalî 10 fîlm dê bikevin vîzyonê.
Fîma "Rûyên Nixumandî: Bosna" dê bikeve vîzyonê ku Haktan Ozkan û Gokhan Tunaligil derhênerî kirin û her wiha Ayhan Kruezi, Deniz Çevik, Îrem Keskin, Tolgahan Hançer û Gokhan Tunaligil jî tê da leyîstin.
Fîlma dram û aksiyon qala çîroka Mîrsad û Harîs dike ku li dû sûcdarên şer in ku beşdarî qetlîmata Srebrenitsayê ya di Şerê Bosnayê da bûne.
- "Mêvanê Bizorê"
Di fîlma xwemalî a komediyê "Mêvanê Bizorê" da Mustafa Ustundag, Ugur Yucel, Murat Akkoyunlu, Sera Tokdemir û Bengi Îdil Uras dileyîzin. Her wisa derhênerê fîlmê jî Bulent Îşbilen e.
- "Grev"
Derhênerê "Grevê"ê Metin Yegin e û tê da kesên wekî Itziar Ituno Martinez, Tansel Ongel, Pelin Batu, Orhan Alkaya û Nihan Aşici wekî serleng dileyîzin. Fîlm qala berxwedana jinên Misilman û xeyrî mislim ên karkerên hevrişmê dike ku di sala 1910an da li Bursayê ji ber xirabiya şertên xebatê, bi hev ra grevê dikin.
- "Ji bo Evînê Sînor Tune"
Fîlma komediya romantîk "Ji bo Evînê Sînor Tune" a ku Alice Filippi derhênera wê ye, di nava serlehengan da cih daye kesên wekî Ludovica Francesconi, Giuseppe Maggio, Eleonora Gaggero, Gaja Masciale û Jozef Gjura.
Fîlma ku berhemanîna Îtalyan e, qala jineke ku duçarî nexweşiyeke nadir bûye dike ku digel nexweşiya xwe ji jiyanê hez dike û li pey evînê ye.
- "Pergala Nû"
Di "Pergala Nû" da ku derhênerê wê Michel Franco ye, Naian Gonzalez Norvind, Diego Boneta, Fernando Cuautle û Samantha Yazareth Anaya dileyîzin.
Di fîlma dram da ya ku berhemanîna hevbeş a Meksîkayê û Fransayê ye, qala daweteke çîna bilind dike ku di dawetê da nişkêva bûyerên tundiyê derdikevin û şerê nava çînan dest pê dike.
- "Yên Biqoç"
Derhêneriya fîlma "Yên Biqoç" Scott Cooper dike û di fîlmê da Jeremy T. Thomas, Keri Russell, Jesse Plemons û Graham Greene dilîzin. Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.
Senaryoya fîlmê ji kurteçîroka Nick Antosca a bi navê "The Quiet Boy"ê hatiye hildan. Di fîlmê da qala çîroka Lucasê ciwan ê xwedî agahiyeke wisa ye ku ji bo bajarokê xetere ye û Julîaya mamosteya wî dikin.
- "Mirina Min"
Derhêneriya fîlma "Mirina Min" Darren Lynn Bousman dike û fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.
Di fîlmê da Maggie Q, Luke Hemsworth, Alex Essoe, Kat Ingkarat û Kelly Jones dilîzin. Di fîlmê da jin û mêrekî bi hev ra tetîlê dikin di vîdeoyekê da dibînin ku karkerekî wan karkerê wan ê din dikuje û hewl didin ku mijarê çareser bikin.
- "Enna: Nivîşta Reş"
Derhêneriya fîlma "Enna: Nivîşta Reş" Burak Çelîk dike. Di fîlmê da du komên hevalan ên hevdu nas nakin li gundekî di nav bûyerên qerebalix da tê ba hev.
- "Cînnî Nazar"
Derhêneriya fîlma "Cînnî Nazar"ê Tayfun Can Demîrtaş dike û di fîlmê da Savaş Ozkul, Sara Ozyildiz, Seçîl Altintaş, Hakan Fîdan û Gulay Ozyildiz dilîzin. Di fîlmê da qala ciwanê hewl dide sedema mirina dê û bavê xwe hîn bibe dikin.
- "Mihafizên Stenbolê: Mihafizên 100 Salî"
Derhêneriya fîlma "Mihafizên Stenbolê: Mihafizên 100 Salî" Çagri Cem Bayrakli dike. Fîlm di cureya anîmasyonê da hatiye kişandin.
Di fîlma anîmasyonê da Muhammed Ammar Gunduz, Selîn Kidil, Sevînç Sirma, Sebahat Demîrhas û Bartu Kerem Yuksel deng didin lehengan. Di anîmasyonê da Mihafizên Stenbolê hewl didin pêşî li Gurgen û Azmiyê bi awayekî çûne sala 1920î bibirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.