Li Viyanayê pêşangeha wêneyan ya "Şanliurfa: Li Dû Mîrata Dewlemend" vebû
Burgenland
Pêşangeha wêneyan ya bi navê "Şanliurfa: Li Dû Mîrata Dewlemend" ya ku ji wêneyên wênekêşê Awistiryayî Josef Polleross pêk tên û dewlemendiya dîrokî û çandî ya Şanliurfayê nîşan didin, li Viyanaya paytextê Awistiryayê vebû
Pêşangeh bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê, Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Viyanayê û Enstîtuya Yunus Emre ya Viyanayê (YEE) hat vekirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Mehmet Kasim Gulpinar, Balyozê Tirkiyeyê yê Viyanayê Gursel Donmez, Kordînatorê YEEyê yê Viyanayê Halîl Îbrahîm Dogan, Parlamentera Eyaleta Viyanayê Aslihan Bozatemur û gelek hezkiriyên hunerê beşdarî pêşangehê bûn.
Wêneyên wênekêşê Awistiryayî Polleross yên ku dema ew mehekê li Şanliurfayê maye kişandine yên ji dîroka bajêr, jiyana çandî û civakî pêk tên di pêşangehê da tên nîşandan.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Gulpinar di pêşangehê da axivî û got ew serbilind in ku ruhê Şanliurfayê li Viyanêyê mirovan tîne bal hev û pêşangeh wekî "rêwîtiyeke ku çandan tîne li cem hev û dostaniyan xurt dike" bi nav kir.
Gulpinar diyar kir wêneyên ku ji hêla Polleross va hatine kişandin ne tenê belgeyên dîtbarî ne, ew di heman demê da nîşaneya ruhê Şanliurfayê ne jî.
Gulpinar wiha dewam kir: "Bi rêya vê pêşangehê, em bi tenê li wêneyan nanihêrin. Em dîroka ku kevir vedibêjin, hêviyên mirovan ên bi hezaran sal berê û mêvanperweriya germ ya îro jî hîs dikin û di navbera rabirdû û niha da pireyekî ava dikin."
Gulpinar anî ziman ku ev pêşnageh di navbera Şanliurfa û Viyanayê da sembola dostaniyeke xurt e û got çand zimanekî gerdûnî ye ku di nirxên hevpar ên ji dûrî siyaset û demê da mirovan tîne bal hev.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
