Li Diyarbekirê "Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran" dest pê kir

Diyarbakir
Li Diyarbekirê "Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran" bi dirûşmeya "Her der ji me ra dik e" va dest pê kir.
Şaredariya Mezin a Diyarbekirê îsal sezona çand û hunerê ya 2021-2022yan ji bo şairê kurd ê navdar Feqiyê Teyran veqetand.
Di vê sezonê da gelek çalakiyên wek sînema, şano, konser, xwepêşan, panel û xebatên ayolyeyan bên lidarxistin.
Ji ber destpêka sezonê li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç bernameyek hat lidarxistin.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaoglu di bernameyê da axivî û got ji bo ku ew ji nifşên nû ra behsa Feqiyê Teyran bikin wan biryar daye ku îsal bibe sala Feqiyê Teyran.
Karaoglu got sezona çand û hunerê ya 2021-2022yan wê xweş derbas bibe û wiha dewam kir: "Par ji ber şewbê me zêde çalakî li dar nexist. Lê ji bo ku mirovên me yên Diyarbekirî ji çand û hunerê mehrûm nemînin me li ser medyaya civakî, li ser platformên dijîtal û onlîne gelek xebatan kir. Me dît ku him hemşeriyên me yên Diyarbekirî û him jî welatiyên din ên ji bajarên Tirkiyeyê eleqeyeke mezin nîşanî xebatên me didin. Înşallah îsal wê sezoneke çandê ya têr û tije derbas bibe. Em ê înşallah şano, sînema, konser, xwepêşan, dîwanên dengbêjan û çalakiyên bi vî rengî va gelek xebatan bikin."