Çand û huner

Li 'destpêka dîrokê' seba keşfên nû xebatan dest pê kir

Müslüm Etgü  | 25.06.2022 - Rojanekırın : 28.06.2022
Li 'destpêka dîrokê' seba keşfên nû xebatan dest pê kir

Şanlıurfa

 Li Girê Mirazan ku 12 hezar sal dîroka wê heye û wekî "destpêka dîrokê" tê binavkirin, ji roja ku hatiye keşifkirin û heta niha di vekolanan da agahî û berhemên girîng ên dewra neolîtîk hatin bidestxistin.

Girê Mirazan li çar aliyê dinyayê hat bihîstin û her sal bi hezaran turîst tên ziyaretê. Di vekolanên îsal da ji bo ku qadên nû werin derxistin, xebat wê were kirin.

Serokê Kolandina Girê Mirazan Prof. Dr. Necmî Karul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di çarçoveya projeya Girên Kevir da wan li Girê Mirazan dest bi xebatên kolandinê kir.

Karul daxuyand, li gor plana wan vekolana li Girê Mirazan wê heta nîvê cotmehê bidome û wiha dewam kir, "Me herî zêde berê xwe dabû parastin û konservasyonê, lê me îsal qadên nû vedan. Li Girê Mirazan li xirabeyên tebeqeya duyem paqijî dewam dike. Di heman demê da em li nava avahiya ku jê ra perestgeha Dyê tê gotin û di binê banî da tê parastin jî xebatên paqijî û vedanê didomînin. Li wê derê erd hatiye qoqilandin, li cihên ku beriya niha nehatibûn vedan, me ew der vedan. Îsal li Girê Mirazan û Projeya Girên Kevir xebatên vekolanê wê heta nîvê cotmehê dewam bikin. Ev jî nêzî 4-5 mehan e."

Karul bal kişand ku divê vedan pir baldarî bên kirin û destnîşan kir, li hin qadên projeya Girê Keviran dibe ku vekolan 100 salan dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın