Çand û huner

Keleha Kolikê piştî 17 salan deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vedike

Orhan Pehlül  | 06.07.2022 - Rojanekırın : 08.07.2022
Keleha Kolikê piştî 17 salan deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vedike

Adıyaman

 Li Adiyemanê Keleha Kolikê (Kahta) ya ji hêla Şaristaniya Komageneyê li ser girekî bilind hatiye çêkirin, piştî 17 salan ji bo ziyaretê vedibe.

Keleha li ser guzergeha tûrê ya Çiyayê Nemrûdê ya şopên sê şaristaniyan li ser in, di sala 2005an da ji ber sedemên ewlekariyê ji ziyaretê ra hat girtin. Li kelehê her wisa di sala 2015an da li 3 etabên cuda xebata restorasyonê hat destpêkirin û xebat îsal kuta bûn.

Li keleha ku tê da xirabeyên mizgeft, sûk, zindan û erqên avê hene, terasa cam jî hat çêkirin. Ziyaretvan dê bikaribin ji terasê ji xwe ra Ava Kolikê temaşe bikin.

Waliyê Adiyemanê Mahmut Çuhadar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, keleha ku restorasyona wê kuta bû dê vê mehê ji ziyaretê ra were vekirin.

Çuhadar diyar kir ku li kelehê gelek şaristanî hatine û çûne û wiha dewam kir:

"Li Adiyemanê di çarçoveya Projeya Zindîkirina Sektora Turîzmê da Keleha Kahtayê ket xizmeta welatiyên me. Em pir bi hêvî û bextewar in. Ji bo turîzma Adiyemanê bira bi xêr be."

Serokê Qada Nemrûdê ya Komageneyê Onur Yildiz jî diyar kir ku xebatên restorasyona kelehê di 3 etaban da kuta bûn û her wiha li kelehê terasa cam hat çêkirin.

Mixtarê Gundê Kocahîsarê Îzzet Avci jî diyar kir ku ew bi kelecaniyeke mezin li benda vebûna kelehê ne û gazî turîstên xwemalî û biyanî kir ku bên dîtina vê dîroka bêhempa.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.