Di vekolanên li Dêraya bajarê antîk ê li Mêrdînê da ampullaya 1400 salî hat dîtin

Mardin
Li Dêraya Bajarê Antîk ê bi çand û berhemên xwe yên dîrokî va balê dikişîne ampullaya duqulpî ya 1400 salî ya ji kîlê hatiye çêkirin hat dîtin. Ampulla ji bo armancên dînî hatiye bikaranîn.
Li Deraya Bajarê Antîk ê wekî "Efesa Mezopotamyayê" tê nirxandin a li Oxuza taxa Artuqî ya navçeya navend di vekolanên 30 sal e tên kirin da gelek amûr û bermamiyên mîmarî hatin dîtin.
Serdema vekolana 2021î ya bi destê Midûriyeta Giştî ya Muze û Berhemên Çandî, Saziya Dîrokê ya Tirkan, Walîtiya Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ajansa Pêşxistinê ya Dîcleyê, Midûriyeta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Muzeyê didomînin hat temamkirin.
Vê serdemê jî gelek berhemên dîrokî hatin dîtin. Di nav wan amûran da ampullayeke 1400 salî hat dîtin û li ser mpullayê fîgura Ezîz Menas, li herdu aliyan heştir û li ser wê jî motîfên hec hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.