Xelkê Herêma Kurdistanê ji şîrîniya Entabê hez kir
- Li Silêmaniya Herêma Kurdistanê û deverên din xelkê ji şîrîniya navdar a Entaba bajarê Tirkiyê hez kir û eleqeya li ser her cureyan roj bi roj zêdetir dibe loma jî dikanek tenê ji bo vê daxwazê vebû

As Sulaymaniyah
SILÊMANÎ
Li Silêmaniya Paytextê Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê xelkê ji şîrîniya navdar a Entaba bajarê Tirkiyê hez kir û eleqeya li ser her cureyan roj bi roj zêdetir dibe loma jî dikanek tenê ji bo vê daxwazê hat vekirin.
Şîriniya ji peqlaweyê heta qedayifê ku li bajarê Enteba Başûrê Rojhilatê Tirkiyê gelekî navdar e û ji temamê dinyayê însan rexbeta wê dikin li Herêma Kurdistanê jî eleqeyeke berfireh dibîne. Li ser vê eleqeyê muteşebbisekî xelkê Silêmaniyê dest avêtiye vî karî û dikaneke ku tenê şîrîniyên Entabê difiroşe vekiriye.
Xwediyê kargehê Herdî Ebdullah, ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re behsa çîroka xwe û destpêka vî karî kir.
Ebdullah, dibêje ku ewî ji demeke dirêj ve ye xwestiye ku dikanek şîrîniyên Entabê bifroşe hebe û loma bi vê daxwazê re rabûye: "Lewra qalîteya wan şîrîniyan pir bilind e. Piştî ku me serdana Tirkiyê kir em ji qalîte, tam û awayê çêkirina şîrîniya Entabê ecêbmayî man. Hema li wir me biryar da ku em heman tam û qalîteyê bînin Silêmaniyê jî û xelkê xwe jî jê sûdewer bikin."
- 30 cure şîrîniyan çêdikin
Muteşebbisê Silêmanî diyar kir ku hemû malzemeyên wan ji fistiq heta ard ji Entabê tên.
Ebdullah agahî li ser wê yekê da ku raxbet û eleqeyeke baş li ser şîrîniyên wan heye û welatiyên Kurdistanê roj bi rojê zêdetir hînî vê tamê dibin: "Qalîteya me û ya Entabê eynî ye, bi saya vê jî daxwaz li ser hilberînên me zêdetir dibe."
Digel qeyrana aborî û destengiya welatiyan jî Ebdullah dibêje eleqe baş e: "Qeyrana aboriyê tesîreke mezin li ser bazarê kiriye, lê karê me baş e. Daxwaza li ser şîrîniyên me her ku diçe zêdetir dibe."
Ebdullah zanyarî li ser curên şîrîniyan jî da û got: "Em li kargeha xwe ji 30 cureyî zêdetir şîrîniyên Tirkiyê çêdikin, lê herî zêde jî yên Entabê ne ku li wê derê têne çêkirin.
- Biyaniyên li Herêma Kurdistanê jî ji şîrîniya Entabê hez kirin
Welatiyê Silêmaniyê Ebdullah destnîşan kir ku li bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî daxwaz heye û binêt in ku di demeke nêz de li wan deran jî bi heman şêweyî vekin.
Ji aliyekî din ve ragihand ku ji biyaniyên li Herêmê jî teleb li ser şîrîniya wan heye û wiha axivî:
"Bi taybetî ji bo rojên xweşiyê û şahiyê sipariş tên. Herwiha şirketên biyanî nûneriyên dewletên din jî ji bo merasim û rojên taybet siparişê didine me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.