Xelatên "Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Gobeklîtepeyê ya 4emîn" hatin dayîn
Şanlıurfa
"Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Gobeklîtepeyê ya 4emîn" ya ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê ji hêla Komeleya Çand û Hunerê ya Gobeklîtepeyê va tê lidarxistin bi dawî bû.
Merasîma girtinê ya mihrîcanê û xelatdayînê li Navenda Çand û Hunerê ya Walî Kemalettîn Gazezoglu ya ku wekî Dêra Rejî tê zanîn, hat lidarxistin.
Merasimê bi lêxistina piyanoyê dest pê kir.
Seroka Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê Merve Ofluoglu di merasîmê da axivî.
Ofluogluyê wiha got: "Armanca me ew e ku em li Şanliurfayê qada sînemayê zindî bihêlin. Ji bo vê armancê jî, em dixwazin çanda Şanliurfayê zindî bihêlin. Ya ji bo me girîng, nasandina Urfayê bû. Sînema jî ji bo vê yekê sektoreke girîng e."
Dîrektorê Mihrîcanê Mustafa Denîz Dogan jî spasiya her kesê ku beşdarî mihrîcanê bûn kir û got ew ji niha va wan vedixwîne mihrîcana ku wê sala bê lidarxistin.
Erkan Can, Guven Kiraç, Mazlum Çîmen û Eylem Kaftan jî beşdarî merasimê bûn.
- Xelat hatin dayîn
Di asta navneteweyî da Santago Danel Olîverayê ji Îspanyayê bi fîlma "When I Grow Up" va xelata "Derhênerê Herî Baş" qezenc kir.
Mostafa Yeganehê ji Îranê bi fîlma "Just A Fist" va xelata "Senaryoya Herî Baş" hilda.
Mohammed Ghorbaniyê ji Îranê jî bi fîlma "Lost in Language" va xelata "Fîlma Herî Baş" hilda.
Di asta neteweyî da Hazal Berîl Çamê bi fîlma "Wek Mêşê" xelata "Senaryoya Herî Baş" hilda.
Ahmet Togaç bi fîlma "Birçî Birçî" xelata "Derhênerê Herî Baş" qezenc kir. Derhêner Onur Demîrçîvî jî bi fîlma "105 33" va xelata "Fîlma Herî Baş" hilda.
Di kategoriya belgefîlmê ya ku mijara wê ya sereke arkeolojî ye da jî derhêner Eleonora Tukharelliyê bi belgefîlma "Frescoes of The Flooded Monastery...or How Lisa Saved" va xelata Belgefîlmê ya Klaus Schmîdt hilda.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
